• Tuesday, 17 February 2026
logo

6 hezar çekdarên ewropî li Sûriyê şer dikin

Gulan Media April 13, 2015 Nûçe
6 hezar çekdarên ewropî li Sûriyê şer dikin

Di hevdîtinekê de li gel rojnama (lovî Garo) ya Ferensî berpirsa Dadê di Yekitiya Ewropa de amje bi wê yekê dike ku derdora 6 hezar welatiyên Ewropî di nava Hêzên Islamî de li Sûriyê şer dikin.

Berpirsa Dadê di Yekitiya Ewropa de “Fîra Corîfa” di hevpeyvînekê de li gel rojnameya (Lovî Garo) ya Ferensî de dibêje ku, hejmara welatiyên Ewropî di nava rêxistinên Islamî de li Sûriyê bêtir ji 6 hezar kese û got jî: “Piştî her du êrîşên li Parîs û Danîmarikayê, tirsê xelkê Ewropa girt û bi tenê qedexekirina seferê bo Sûriya ne bese û karekî derang bû jî”

Herwiha Corîfa tekez kir ku Yekitiya Ewropa xwest bi firehî sedemên çûna welatiyên Ewropa bo Sûriyê nasbike û amaje bi wê yekê kir ku “Lêkolîneke Birîtanî tekez dike ku welatiyê Ewropa ji melûlî û nerazîbûna wan ji rewşa ku ew tê dene, dest ji malbatên xwe berdidin û berê xwe didin Sûriyê”

Gelek ji welatiyên Ewropa berê xwe didin Sûriyê ku tevlî “Dewleta Islamî” bibn, dewleta ku DAIŞê ew li Sûriya Iraqê ragihandiye û Ebû Bekir Bexdadî jî wek xelîfeyê wê dewletê tê nasîn.

DAIŞê di riya Entirnêtê de û bi şêweyêkî pêşketî xelkê ber bixwe ve dikşîne û bandorê li wan dike.

Heta niha bêtir ji 215 hezar kesî di kirîza Sûriyê de, jiyana xwe ji dest daye û rojane bi dehan kes jî tên kuştin.

Basnews
Top