Huffington Post: Tirkiye û Siûdiyê dê li Esed bidin
Li gorî jêdereke wê rojnameyê, di serdana xwe ya dawî de bo Amerîkayê, Emîrê Qeter Şêx Temîm kurê Hemed, di civîna xwe de ligel serokê wî welatî Barack Obama de, behsa wê hevpeymaniyê kiriye.
Derbarê naveroka wê pilana leşkerî de, Huffington Post dibêje, Tirkiye bi rêya bejayî beşdar dibe û Erebistana Siûdî jî bi rêya operasyonên asmanî beşdar dibe, herwiha piştre bi rêya hêzên nerimrew yên Sûriyê dê derbasî nava axa Sûriyê bibin.
Li gorî agahiyên wê rojnameyê, niha komîteyeke pilebilind ji wan hersê welatan gotûbêjên ciddî derbarê wan opersyonan dike.
Herwiha li gorî zanyariyên wê rojnameyê, Obama ligel wê yekê ye ku welatên erebî bi xwe şerê Esed bikin.
Di meha borî de, çemdîn pêwendiyên telefonê di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Emîrê Qeterê û Şahê Erebistana Siûdiyê Selman kurê Ebdulezîz pêk hatine. Herwiha hefteya borî Emîrê Qeterê serdana Siûdiyê kir û ligel şahî wî welatî û berpirsên ewlehiyê civiya.
Rudaw
