Pêşmerge ji 3 aliyan Mûsilê dorpêç dikin
Endamekî Encûmena parêzgeha Neynewa eşkere dike ku, bi mebesta amadekariyên pêwîst ji bo operasyonên rizgarkirina bajarê Mûsilê Pêşmerge ji 3 aliyan ve ew bajar dorpêçkirine û xwe amade dikin.
Duh 13 Nîsanê endamê Encûmena Parêzgeha Neynewa “Seydo Çeto” ragihand ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji sê aliyan ve Mûsilê dorpêç dike, û xwe amade dikin ji bo êrîşkirinê li ser DAIŞê li wî bajarî.
Herwiha amaje bi wê jî kir ku, xelkê Mûsilê ji kiryarên DAIŞê bêzar bûne û ji Hikûmet û Hêzên Emnahiyê dixwazin ku bi lez bajarê wan rizgarbikin.
Di dema derbasbûyî de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rûberekî fireh ji axa Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê paqijkiribûn, lewma berpirsên Iraqê çavlirêne ku Pêşmergeyên Kurdistanê beşdarbin di operasyonên rizgarkirina Mûsilê de.
Basnews
