• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Kerkûkê kampaniyaya serxwebûna Kurdistanê destpêdike

Gulan Media April 13, 2015 Nûçe
Li Kerkûkê kampaniyaya serxwebûna Kurdistanê destpêdike

Yek ji rêxerên kampaniyaya “Sîrîk” ya ji bo serxwebûna Kurdistanê bi navê Kamil Qadir îro, 13ê Nîsanê, ji BasNwsê re ragihand ku, demjimêr 17:00 li hola Yekîtiya Mamostayan ya Kerkûkê wê kampaniyayekê bi mebesta piştgirîkirin li serxwebûna Kurdistanê destpêbikin.

Kamil Qadir diyar kir ku, ji ber ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, ew encamdana wê kampanyayê bi mafê xw dizanin û got: “Em çaverê dikin ku hejmareke pir ji xelkê bajarê Kerkûkê beşdar bibin.”

Herwiha kampaniya jî bi navê “Sîrîk” e.

Top