Li Çiyayê Şingalê YPG sîstemekî xwendinê feriz dike
Tevî rewşa ewlehî ya ne cîgîr û dijwariy jiyanê li ser Çiyayê Şingalê, şervanên Yekîneyên Prasatina Gel (YPG) xwendina bi kurdî ya latînî li ser xwendevanên kurdên êzdî disepîne (feriz dike), ew yek jî berovajî sîstema xwendinê li Herêma Kurdistanê ye.
Çalakvanê kurdê êzdî Muhened Şingalî ku serdana Çiyayê Şingalê kiriye ji BasNewsê re ragihand ku, ji aliyê şervanên YPG ve dibistanek li navçeya Serdeşt ya Çiyayê Şingalê hatiye vekirin, ku têde bi dehan xwendevan bi kurdî ya latînî dixwînin.
Berî niha jî, Rêveberiya Perwerdeya Giştî ya Dihokê ew gava YPG, ku baskê leşkerî yê Partiya Demokrat (PYD) ye, bi temamî hatibû redkirin, vekirina dibistanan bi kurdî ya latînî û li derveyî yasayên Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê, red kiribû.
Ji aliyê siyasî ve jî, vekirina wê dibistana bi kurdî ya latînî ji aliyê hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ve nehatiye pêşwazîkirin.
Li gor zanyariyên BasNewsê, YPG 6 dibistanên ji wî corî li Şingalê vekirine, lê Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewa Beşar Kîkî vekirina wan dibistanan red kir û got: “Şingal navçeyeke iraqî ye û pêwîste li gor yasayên Iraqê têkilî têde bê kirin.”
Qayimqamê Şingalê, Meyser Hacî jî ew gava YPG red kir û ragihand ku “Itîrafê bi wan dibistanan nakin û ew ne fermî ne.”
Navçeya Serdeştê dikeve naverasta Çiyayê Şingalê û bêhtir ji 400 malbatên kurdên êzdî yên derbider têde dijîn.
Basnews
