Wezîrê Tirk ala Kurdistanê li kêleka ala Tirkiyê danî!
Şandeke Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîr Ebdulsetar Mecîd roja 9ê Nîsana îsal serdana Tirkiyê kiribû û bi Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyê Mehdî Eker re hevdîtin pêk anîbû.
Di hevdîtinê de ala Kurdistanê jî li kêleka alên Iraq û Tirkiyê hatibû danîn.
Li ser vê yekê, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Ebdulsetar Mecîd ji Rûdawê re got, di civînê de me li ser hinek mijaran gotûbêj kir û hinek rêkeftin di navbera me de hatin îmzekirin lê tişta herî baş ew bû ku di civînê de ala Kurdistanê li kêleka ala Tikriyê hatibû danîn.
Ebdulsetar Mecîd diyar kir ku şanda Kurdistanê ti daxwaziyeke wisa nekiribû lê şanda Tirk bixwe ala Kurdistanê li wir danîbû.
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê da zanîn ku wan di civînê de li ser rewşa Herêma Kurdistanê, şerê DAIŞê, pêwendiyên Hewlêr û Enqerê di warên siyasî û aborî de axivîne.
Ebdulsetar Mecîd anî ziman ku wan daxwaz ji şanda Tirkiyê kirin ku di beşa çandiniyê de xwendekarên Kurdistanê werbigirin her wiha di pêşxistina labratwarên Wezareta Çandiniyê de alîkariya Kurdistanê bikin.
Rudaw
