Îtaliya nexweşxaneyeke leşkerî çê dike
Îtaliya dixwaze li Kurdistanê nexweşxaneyeke leşkerî çê bike.
Duh wezîrê pêşmerge Mistefa Seyêd Qadir pêşwaziya heyeteke Îtaliyayî kir yaku ji Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê û nunerên du kompaniyên Îtalî pêk hatibû kir.
Di hevdîtinê de behsa çawetiya baştir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê hate kirin.
Her di hevdîtina han de heyeta Îtalî eşkere kir ku ev dixwazin li Kurdistanê de nexweşxaneyeke leşkerî taybet bo hêzên pêşmerge çê bikin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de wezîrê pêşmerge jî tekez li ser vê yekê kir ku niha wezareta pêşmerge pêdiviya xwe bi nexweşxaneyeke bi vê rengî heye.
Her di civîna han de wezîrê pêşmerge birêveberatiya nûjdariya wezaretê erkdar kir daku lêkolînên pêwîst li ser vê projeya han bike daku wezaret di demek nêz de biryar li ser cîhbicîh kirina vê projeyê bide.
