• Tuesday, 17 February 2026
logo

Eniya nêzîkî Hewlêrê: Şer gihîşt ber mala rêveber

Gulan Media April 12, 2015 Nûçe
Eniya nêzîkî Hewlêrê: Şer gihîşt ber mala rêveber
Çekdarên rêxistina DAIŞê êriş kirin ser eniya Guwêrê ya rojhilatê Mûsilê û li gorî berpirsekî Pêşmerge şer li pêşiya mala rêveberê nahyeya Guwêrê qewimî.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêrê Cemal Murtke ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din, seat 22:00 şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket û 20 deqeyan dirêj kir.”

Cemal Murtke wiha got: “Çekdarên DAIŞê ji aliyê Zûmarê ve bi rêya pira Guwêrê derbasî nava Guwêrê bibûn. Ji aliyê wê pirê û mala rêveberê nahyeya Guwêrê hewlek mezin dan ku xwe bighînin çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku, “Piştî bidawîhatina şer, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî gihîştin navçeyê û wan jî bi giranî li DAIŞê dan.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, DAIŞ gellek ziyan da. Herwiha efsereke Pêşmerge bi navê Zahîr Kerîm Mistefa şehîd bû, ku xelkê bajarê Hewlêrê ye û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Rudaw
Top