Amerîka pêbendî şandina çekan bo Iraq û Kurdistanê ye
Berdevkê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîka îro, 12ê Nîsanê, ragihand ku, welatê wî ligel Iraqê rêkeftiye ku, di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, ew dê çekên pêwîst bide Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku biryare sibe, 13ê Nîsanê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Washingtonê bike û ligel Barack Obama bicive.
Li gor ku di medyayê de hatiye belavkirin, Ebadî dê daxwaza firoke, rokêt û çekên giran ji Amerîka bike.
Berî niha jî, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kiribû û daxwaz ji rayedarên wî welatî kiribûn ku, çekên pêwîst bi wayekî rasterast ji Pêşmergeyên Kurdisanê re bişînin.
Basnews
