Serok Barzanî pêşwaziya Eyad Ellawî Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Li hevdîtinê de Cîgirê Serok Komarê Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê nîşan da û destxweşî û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li ser terorîstan de, li Serok Barzanî kir û hêvî jî xwest terorîst li Iraqê bi tevahî bêne têkşikandin û aramî û asayîş ji bo welat vegerê.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal kir û li gotarek da tekez kir ku Pêşmerge gelek qehremanane bergiriyê li ax û welat dike û kariye efsaneya Da'îşê têkbişkêne û niha terorîst li şikesta berdewamdane û hiç paşarojeke wan li vê welatê da tûne.
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa rewşa koçber û lêqewimiyan li şerê Da'îşê kir û Cîgirê Serok Komarê Iraqê behsa rola Herêma Kurdistanê kir ku himbêza wê hejmara zêdeya penaberan kiriye û ji bilî wê rewşa giran a darayî û şerê dasepandiya terorîstan, lê belê Kurdistan bûye warekî aramê lêqewimiyan.
Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa emnî û siyasî ya Iraqê û navçeyê mijareke dinê hevdîtinê bû û tekez li wê yekê kirin ku ji bo derbasbûna ji vê rewşa niha pêwîste hemahengî û hevkariya li navbera her dû aliyan û hevpeymaniya navdewletiya dijî Da'îş berdewam bê.
