• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hewlêr- Xwendevanên ereb ala Kurdistanê daxistin

Gulan Media April 11, 2015 Nûçe
Hewlêr- Xwendevanên ereb ala Kurdistanê daxistin
Li zanîngeha Heyat a taybet li Hewlêr, çend xwendevanên ereb ala Kurdistanê yak u li tenişt ala Iraqê anîn xwarê û ala Iraqê bilind hiştin.

Li Herêma Kurdistanê li ser avahiyên fermî ala Kurdistanê û ala Iraqê bi hev re tê bilindkirin.

Îro serê sibehê, li zanîngeha Heyat çend xwendevanên ereb ala Kurdistanê anîne xwar û ala Iraqê bilind hiştine.

Xwendevanên kurd jî piştî ku îro çûn zanîngehê û ew dîmen dîtin wek pertekê, ala Iraqê daxistin û tenê ala Kurdistanê bilind kirin.

Xwendevanên kurd axivîn û gotin: “Piştî ku me ala Iraqê daxist, hinek mamosteyên ereb gef li me xwarin.”

Derbarê wê bûyerê, Serokê Zanîngehê ragihand: “Kamîreyên çavdêriyê li cem me nînin da ku em nas bikin çawa ala Kurdistanê hat daxistin.”

Zanîngeha Heyat taybet e û hejmara xwendevanên wê 3600 xwendevan in, ku piraniya wan kurd in û hinek erebên Iraqê jî tê de dixwînin.

Rudaw
Top