Ocalan: Namzediya xwarziya min şaş e!
Mehmet Ocalan li ser pirsa rojnamevanekê got, Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) ne partiyekê malbatî ye û namzediya xwarziya wî Dilek Ocalan di partiyê de şaş e.
Mehemt Ocalan anî ziman 16 sal in ew e, herî zêde diçe Îmraliyê serdana biraye xwe Ocalan dike û wiha domand:
“6 mehin min ligel birayê xwe hevdîtin nekiriye, lê her car pêşniyar dike ku kesên herî baş nûnertiyê bikin, bibin namzed. 3 rojên medya dide xuyandin ku weke Ocalan, Dilek pêşniyar kiriye. Lê ez bawer nakim ku ev pêşniyariya wî be. Bila namzed vê yekê wisa bizan in. Ew biryara HDPê ye û em berpirsiya wê li xwe nagirin.”
Ocaln got namzediya xwarziya wî di partiyê de biryareke şaş e û wiha domand:
“Ew biryara wê ye, lê li şûna wê ezbûm min xwe nedikir namzed. Bi xwe hêj ciwan e û pêşiya wê vekirî ye. Di vê dozê de, kesên 30 sal in bedel dane hene.”
Ocalan da zanîn derbarê pêvajoya namzediya xwarziya wî de ew ne hatiye agahdarkirin û wiha got: “Çima min agahdar nakin? Çima veşartî tê kirin.”
Rudaw
