Kemal Kerkûkî: Em nahêlin ereb vegerin
Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê û çend navçeyên din ji aliyê DAIŞê ve, çekdarên wê rêxistinê berê xwe dan Kerkûkê, her zû Hêzên Pêşmerge rê li pêşiya wan girtin û tenê çend navçeyên wê parêzgehê ketin destê wan de.
Di dema borî de, çekdarên DAIŞê bi awayekî mezintir êriş kirin ser derdora kerkûkê û çend gund û dever ketin destê wan de, lê Hêzên Pêşmerge yekser operasyoneke berfireh pêk anîn û dîsa ew navçe û hinek gund û deverên din ji destê wan derxistin.
Piştî rizgarkirina wan gundan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, niha niştecihên 19 gundan ji wan ku piraniya wan ereb in, dixwazin vegerin cihê ku lê bûn, lê heta niha rê ji wan re hatiye vekirina ku vegerin hinek gundên eniya 4 a Bakurê Kerkûkê ku berpirsê wê endamê polîtburoya YNKê ye û navê wî Westa Resûl e.
Lê li eniya 5 a rojavayê Kerkûkê, Endamê Polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî ku serperiştiya Eniya Rojavayê Kerkûkê dike, rê nade wan ereban ku vegerin gundên Kerkûkê.
Komîteya Ewlehiyê li Parêzgeha Kerkûkê razî bûye ku beşek mezin ji wan ereban vegerin navçeyên bi destê Hêzên Pêşmerge, bi taybetî ew navçeyên ku di bin serperiştiya YNKê de ne, ku ew gund li pişt çeperên Pêşmerge ne, lê di heman demê de ti gundiyek venegeriya ye gundên rojavayê Kerkûkê.
Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand: “Ez bi Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm re axivî me û ew jî li ser biryara min razî bûye, lê rojane komîteya ewlehiyê, ku Kerîm bi xwe serperîtiya wê dike, guvaşê dixin ser min da ku ez ji biryara xwe vegerim û bihêlim ewe rem vegerin, lê ez li ser biryara xwe rijd im.”
Kerkûkî derbarê sedema wê biryarê wiha got: “Pêşmerge li eniya rojava di meydana şer de ne. Nabe em rê bidin wan ku li pişt çeperên Pêşmerge bijîn. Beşek mezin ji wan ereban alîkariya DAIŞê kiribûn û divê lêkolîne ligel wan bê kirin.”
Endamê Komîteya Ewlehiyê li Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî, ew daxwazî red nekir û ji Rûdawê re got: “Belê me ew daxwazî ji Kerkûkî kiriye, lê mercên me ji wan hene, ku nabe alîkariya DAIŞ kiribin û bi eslê xwe xelkê wan gunda bin.”
Ehmed Eskerî wiha domand: “Hemû ereb ne xerab in û hemû kurd jî ne baş in, lewma divê xelkên wan gundan vegerin mal û cihên xwe.”
Rudaw
