• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dayîka sê gerîlayên PKKê bû namzeda HDPê

Gulan Media April 10, 2015 Nûçe
Dayîka sê gerîlayên PKKê bû namzeda HDPê
Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, dayîka ku 3 zarokên wê tevlî PKKê bûne, bû namzeda HDPê ya hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 7ê Nîsana îsal lîsteya namzedên xwe yên hilbijartinên îsal ên Tirkiyê radestî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kir.

Di lîsteya HDPê de 268 namzedên jin hene ku yek ji wan, jina bi navê Hadle Ugur e, sê zarokên wê tevlî PKKê bûne; kurek wê tevlî YPGê bûye, 2 keçên wê jî tevlî PKKê bûne ku yek jê şehîd bûye.

Hadle Ugur ku hevjînê wê jî ji ber sûcên siyasî di zîndanê de ye, di rêza 9emîn a namzedên HDPê yên Rihayê de ye.

Hadle dibêje, eger ez hatim hilbijartin ezê xwedî li ciwanan derkevim û canê xwe ji bo wan bidim. Bila êdî li vî welatî xwîn nerije, bila êdî ciwanên me neçin çiyê û tevlî şer nebin.

Li gorî wê namzeda HDPê, ciwan neçar dimînin diçin çiyê “lê ez dixwazim êdî ev şer nemîne û çûyîna çiyê nebe neçarî.”

Rudaw
Top