Şandeke Tev Dem`ê serdana PDKPS’ê kir
Di civînê de Serokê Komîteya Dîplomasia TEV-DEM´ê Dr. Ebdulbaqî Hemo axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên Rojava û hemû herêmê û got: Pêwîst e hemû alî niha di vê demê de bi awayekî koordînekirî kar û xebatan bimeşînin.
Hemo destnîşan kir ku TEV-DEM´ê her dem ji bo serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ji bo xebatên hevbeş a di nav hemû pêkhateyan de kar û xebatan dimeşîne û li ser wî esasî têkiliya wan bi hemû tevger û rêxistinên siyasî û civakî re pêk tê.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKPS´ê Dr. Hesen Sêfedîn dazanîn ku yekitiya di nava hemû pêkhateyên siyasî û civakê de erka sereke ye û pêwîstî bi xebatên hevbeş heye û ev tişt anîn ziman: “Têkiliya me bi hemû partiyên siyasî re baş e, armanca me avakirina welatekî azad e ku hemû kes bi azadî û aramî têde bijîn.
Xendan
