• Tuesday, 17 February 2026
logo

Cemîl Bayik daxwaza lêborînê ji Almanyayê kir

Gulan Media April 10, 2015 Nûçe
Cemîl Bayik daxwaza lêborînê ji Almanyayê kir
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji ber çalakiyên PKKê yên salên 1990î, ji Almanyayê lêborîn xwest.

Cemîl Bayik di hevpeyvîneke hevbeş de digel televîzyonên WDR û NDR ên almanî, li ser çalakiyên PKKê yên salên 90î yên sedsala borî axivî û got, ez daxwaza lêborînê ji gelê Almanyayê dikim, ew çalakî êdî ti carî nayên kirin.

Bayik diyar kir ku ew êdî dewletek kurdî naxwazin û tenê ji bo çareseriyeke siyasî dixebitin û wiha got: “Em êdî naxwazin li dijî Tirkiyê şer bikin, êdî bes e. Bi şer ne em gihîştin armancên xwe ne jî dewleta Tirk.”

PKK di lîsteya terorê ya Amerîka û Ewropayê de ye lê Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat a Almanya (SPD) û Berdevkê Siyaseta Derve Rolf Mutzenich dibêje, eger mirov şerê PKKê li dijî DAIŞê û gotinên Cemîl Bayik bide ber hev wê çaxê divê rewşa PKKê ji nûve were nirxandin.

Li gorî wî parlamenterê Almanya, daxuyaniyên Cemî Bayik “dengekî nû” ye û firsendek e ji bo ku rewşa PKKê ji nûve were nirxandin û divê PKK jî xwe şer û tundiyê dûr bixe.

Di heyama salên 90î de, endam û alîgirên PKKê çalakiyên mîna rêgirtin û xweşewitandinê li Almanyayê pêk anîbûn.

Rudaw
Top