• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmet pîrozbahiyê li kurdistaniyan û gelên Îraqê dike

Gulan Media April 10, 2015 Nûçe
Hikûmet pîrozbahiyê li kurdistaniyan û gelên Îraqê dike
Duh roja 9ê nîsanê ku, 12 sal bi ser serkeftina gelên Îraqê û rizgarbûna wan ji sitema desthilatdariya diktatorî de derbas dibin, di dîroka siyasiya Îraqê de rojeke geş û pirşingdar e. Îraqa nû ku, berhema retkirina sîstema yekkesî, xweferizkirin û îhmalkirina pêkhateyên cudayên vî welatî ye, ew hêvî bû ku, tev pêkhateyên Îraqê xebat ji bona wê dikir.

Em hêvîdar in ev armanc armanca sereke ya hemû aliyan be ji bona pêkanîna rewşeke pir aramî, pêkvejiyana bi aşitî bo gelên Îraqê û îstîqrara siyasî bo Îraqê.

Bi vê minasibetê pîrozbahiyên gerim li tev kurdistaniyan û gelên Îraqê dikin û em di wê baweriyê de ne ku, serkeftina bi yekcarî bi ser terorîstên DAÎŞ de, serkeftineke din a dîrokî dibe ji bo tev pêkhateyên cudayên Îraqê.

Silav û nemirî bo canê paqijê şehîdan û qurbaniyên gelên Îraqê ku, îradeya saxlema man û xweragirîya welatê xwe ne li dijî diktatorî û terorê.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
09.04.2015
Top