• Tuesday, 17 February 2026
logo

Milîsên şîe êrişî Felluceyê dikin

Gulan Media April 10, 2015 Nûçe
Milîsên şîe êrişî Felluceyê dikin
Hêzên hevbeş ên Iraqê û hêza Heşdul Şeibî ya milîsên şîe bajarokê Felluce yê parêzgeha Enbarê bi temamî dorpêç kirin û di çend seatên bê de wê êrişî wê dikin.

Fermandarê hêza Heşdul Şeibî, Eqîd Cuma Feze Cumeylî ji Enbarê ragihand: “Hêzên hevbeş ên Iraqê û hêza Heşdul Şeibî Felluce bi temamî dorpêj kirin û di çend seatên bê de wê êrişî wê dikin.”

Eqîd Cuma Feze Cumeylî wiha got: “Sedema derengketina operasyona ser Germeyê, bombeyên çandî bû.”

Hevdem Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê Ezal Fehdawî ragihand: “% 80 ji Germeyê ji destê DAIŞê hatiye drxistin. Herwiha hêzên Iraqê ji duhî ve dest bi operasyona parêzgeha Enbarê kirine.”

Li aliyê din, şêxekî eşîrn Enbarê bi navê Mizhir Mela Xidir ragihand ku bi sedan malbatên navçeya Elbûferav ji ber êrişa DAIŞê reviyane bajarê Rûmadî.

Şêx Mizhir diyar kir ku niha beşekî navçeya Elbûferac di destê çekdarên DAIŞê de ye û şer û pevçûn li wir di navbera DAIŞê û hêzên Iraqê de berdewam dike.

Ji aliyê xwe ve, fermandarekî hêza Zêrîn a Artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê got, hêzên wan êrişeke DAIŞê li navenda bajarê Tikrîtê têk birin.

Rudaw
Top