Kantona Cizîrê amadekariya hilbijartinan dike
Endama Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cizîrê, Evîn Qafûr di daxuyaniyekê de ragihand ku, hilbijartinên encûmenên herêmî wê di 8’ê Gulanê de bên li darxistin.
Evîn Qafûr ji ajansa ANHAyê balkişandiye ser armanac encamdana wan hilbijartinan û wiha dibêje: “Herwiha diyar kir ku “Armanc ji avakirina van encûmenan ew e ku sîstema ne navendî were pêşxistin û înîsiyatîfa xebatê bikeve destê gel.”
Ev duyemîn hilbijartinin ku li Kantona Cizîrê, ya ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevlabendên wê di 21ê Çileya sala 2014an de hatibû ragihandin, dê birêve biçe, piştî hilbijartinên şaredariyan ku di 13ê Adara borî ve hatibên birêve çûbûn.
Ji ber wan hilbijartinan, Encûmena Niştimanî ya Kurds li Sûriyê (ENKS) karê xwe di Lêvegera Siyasî ya Kurd, ku ji wê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û çend aliyên derveyî her du çarçoveyan pêktê, û hemû komîteyên wê lêvegerê de ragirtin.
ENKS di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, wê heta niha itîraf bi kanton û rêveberiyan nekiriye, lewma ew her hilbijartinekê jî ji aliyê wan ve red dikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de helwesta xwe ji encamdana hilbijartinên şaredariyan li Cizîrê anîbû ziman û ew hilbijartin red kiribûn û ragihandibû ku “Her gavek yek alî” li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.
Lewma dibe ku encamdana hilbijartinên encûmenên herêmî li Cizîrê, bibe sedemek din a kurbû û alozbûna nakokiyên di navbera her du aliyên serekî yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û TEV-DEM, de.
Li gor “Yasaya Encûmenên Herêmî” ku di 2’yê cotmeha 2014’an de ji aliyê Encûmena Yasadanînê ve hate derixstin, divê li hemû bajar, bajarok, navçeyên herêma Cizîrê encûmenên herêmî werin avakirin. Ev encûmen yekser girêdayî Encûmena Rêveber û desteyên wê ne. Li gorî vê yekê hemû biryarên ku ji aliyê Encûmena Rêveber ve têne stendin, ji aliyê van encûmen û ofîsên girêdayî wan ve têne pêkanîn.
“Komisyona Hilbijartinan a Herêma Cizîrê” biryar dabû ku, di 8ê Gulana 2015an de hilbijartinên encûmenên herêmî werin li darxistin, Encûmena Yasadanînê jî ew biryara pesend kir.
Basnews
