Hin Erebên faşîst pêşmerge tawanbar dikin
Parlementerê Kurd gotinên Erebên faşîst derbarê hêzên pêşmerge de red dike.
Piştî ku hijmareke Erebên faşîst bi rêya kenalên curbicur yên mîdiyayî belav kirin ku qaşo hêzên pêşmerge hijmareke xaniyên welatiyên Ereb yên li Şengal û Zumarê şewtandine,
Duh Parlementerê berê yê Parlementoya Îraqê Muhsin Sedûn ragehand ku ev gotinên han dûrin ji rastî û heta niha hêzên pêşmerge ti xaniyeke ti kesekî ne şewtandine û ew xaniyên ku hatine şevtandin ji aliyê Erebên nava DIŞIê de hatine şewtandin.
Sedûn herwiha eşkere kir ku eger hêzên pêşmerge nebûbana vê heta 10 salên din ev dever di destê terorîstên DIŞIê de mabana.
