• Tuesday, 17 February 2026
logo

61 şervanên YPG şehîd bûn

61 şervanên YPG şehîd bûn
YPG dibêje ku 61 şervanê wê şehîd bûne, di bermaber de hezar û 342 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Yekîneyîn Parastina Gel (YPG) bîlançoya meha Adarê ragihand û diyar kir ku, termê 202 çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ketine dest wan û 9 çekdar jî bi saxî hatine girtin.

YPG di daxuyaniya xwe de baldikşîne ser wê yekê ku, di meha borî de wan 74 çalakî encamdane, di şer û pevçûnên ligel DAIŞê de, “hezar û 342” çekdar hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyê, di şer û pevçûnên ku meha Adarê de qewimî ne “61” şervanên YPG şehîd bûne.

Di êrîş û operasyonên YPG de yên ku di Adarê de enacmdane, şervanên wê destdanîne ser hejmareke zêde ji çek û teqemniyan, tevî girtina 23 otombîlan.

Basnews
Top