• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Mûsilê çend DAIŞî hene? Çend leşker dê tevlî şer bibin?

Li Mûsilê çend DAIŞî hene? Çend leşker dê tevlî şer bibin?
Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî got, li Mûsilê 5 hezar çekdarên rêxistina DAIŞê hene.

Usame Nuceyfî di daxuyaniyeke de diyar kir, di operasyona rizgarkirina Mûsilê de nêzîkî 15 hezar leşker, polîsên cîgayî û polîsên federal û ji xeynî wan 6 hezar mîlîsên Heşdul Şeibî cih bigrin.

Herwiha Nuceyfî da zanîn Hêzên Pêşmerge û hêzê hevpeymaniya navdewletî jî dê piştgiriyê bide operasyona Mûsilê.

Cîgirê Serokomarê Iraqê eşkere kir nêzîkî 5 hezar çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê hene û wiha got: “Ji sedî 45 ew çekdar ji Sûriyê, Ewropa û dewletên Asyayê hatine. Di nava rêxistinê de ji sedî 3 çekdar xelkê Mûsilê ye.”

Nuceyfî anî ziman Hikûmeta Iraqê alîkarî ne daye komên çekdarî yên li dijî DAIŞê û got mîlîsên Ketaib-î Mûsil li bajêr nêzîkî 400 êrişên çekdarî li dijî rêxistinê pêk aniye û piranî jî emîrên wan kirine armanca xwe.

Nuceyfî daxuyandin ji bajarên din ti hêz beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê nabe û wiha domand: “Pêwîstiya bajêr hezek cuda nîne lê li çekan heye.”

10 bijîşk hatin kuştin

Ji aliyê din ve çavkaniyekê li bajêr diyar kir duhî rêxistina DAIŞê 10 bijîşk ji ber hêcata alîkariya çekdarên wan nekirine gulebaran kirin.

Çavakaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike got, bijîşkan ne xwestibû birindarên DAIŞê derman bikin.

Rêxistina herwiha duhî 3 jinên namzedên parlemeniyê jî kuştibûn.

DAIŞê ji Hezîrana parvê parêzgeha Mûsilê dagir kiriye.

Rudaw
Top