• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li gelên Îraqê dike

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li gelên Îraqê dike
Bi minasibeta wefatkirina Mihemed Behir Ilom, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî gelên Îraqê dike û ev li jêr teksta wê peyamê:

Me bi xem û kovan ve nûçeya wefatkirina zana û têkoşerê mezin yê Îraqê, Mihemed Behir Ilom, bihîst. Xwedêjêrazî tevî ku zanayekî mezin bû, di hema demê de ew têkoşerekî xwedî helwest bû û hertim di bereyê bindestan de bû û li dijî sitemkaran xebat dikir.

Helwestên dostaneyên wî zanayê tekoşer li hember gelê Kurdistanê, di dîroka siyasiya Îraqê ya nû de, hertim cîyê qedirgirtinê bûne û tu carî nahên jibîr kirin.

Jidestdana vî zanayê welaperwer, eger ji bo gelê kurd jidestdana dostekî mezin be, ji bo tev îraqiyan jî xisareteke mezin e, bi taybetî ku, xwedêjêrazî, ji bilî rola wî di dîroka xebata gelê Îraqê de li dijî rijêma diktatorî, di heman demê de roleke bi bandor li ser binyatdanan Îraqa nû de hebû.

Em bi navê xwe, hikûmet û gelê Kurdistanê, tevî parvekirina hevxemiya xwebi rêya birêz Dr. Îbrahîm Behir Ilom bo malbata xwedêjêrazî, sersaxiyên xwe pêşkeşî merceiyên olî yên birêz û tev gelên Îraqê dikin. Ruha paqija xwedêjêrazî bi beheştê şad be û Xwedayê mezin aramî û tehemulê bi hemû aliyan bide.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
08.04.2015

Top