Hikûmet û dijbereya Sûriyê îro dicivin
Peyamnêrê Rûdawê li Moskowê ragihand: “Di her du rojên borî de aliyên dijbereya Sûriyê li Moskowê civiyan û derbarê xalên ku wê ligel nûnerên Hikûmeta Sûriyê de gotûbêj bikin, li hev kirin.”
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku, “Biryar e îro şanda Hikûmeta Sûriyê ya bi serokayetiya Beşar Ceiferî û şanda dijbereya Sûriyê li Moskowê li hev bicivin.”
Di civîna aliyên dijbereyê de, Hevserokê PYDê Salih Muslim û 3 kes ji rêveberiya Kantona Cizîrê jî beşdar in. Lê Encumena Niştimanî ya Kurd (ENKS) weke beşek ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê tevlî civînên Moskowê nabe.
Salih Muslim di daxuyaniyekê de li Moskowê diyar kir ku encamên civînên Moskowê dê bandorê li ser hemû gelên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov derbarê boykotkirina civîna Moskowê ji aliyê hevpeymaniya dijbereyê ve, dilgiraniya xwe anî ziman û ew tometbar kir ku naxwaze krîza Sûriyê çareser bibe.
Nûnerên grûpa Munteda Dîmoqratî ya dijbereya Sûriyê li Moskowê, Semîr Îte diyar kir ku nûnerên dijbereyê di civîna duhî de li ser belgenameyeke ku pirsên siyasî û mirovî li xwe digire, li hev kirin û wê li ser wê belgenameyê bi nûnerên Hikûmeta Sûriyê re gotûbêjê bikin.
Cîgirê kordînatorê giştî yê Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê, Arif Delîl jî diyar kir ku ji bo çareserkirina aliyê siyasî yê krîza Sûriyê pêwîst e kongreya Cenêv a sêyemîn bê lidarxistin.
Delîle got, tiştê herî girîng niha ew e ku şer raweste, jiyana asayî li welat vegere, girtî bên berdan û ewlekariya hemwelatiyan bê parastin ji bo ku dewleteke demokrat bê avakirin.
Tê çaverêkirina civînên di navbera herdu aliyan de sibê bi dawî werin.
Di Korbenda Mosko-1 de, aliyên beşdar negehiştine tu rêkeftinekê, ji bilî îmzekirina kaxezekê ji bo li darxistina gereke duyem ji danûstandinan.
Rudaw
