• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Serê Kaniyê Şervanên Kurd sê gund rizgarkirin

Li Serê Kaniyê Şervanên Kurd sê gund rizgarkirin

Şervanên Kurd sê gund ji gundewarên Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê ji çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê rizgarkirin.

Çavkaniyekî ku nexwest navê wî bê eşkerekrin ji BasNews re ragihand: “Şeva borî Şervanên Kurd di operasyoneke leşkerî de gudên (Tolan, Nûh û Umêr) ser bi bajarê Serê Kaniyê ve ji çekdarên DAIŞê rizgarkirin û hejmara kuştî û birîndaran ne hatiye naskirin”

Herwiha li gorî daxuyaney Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê “3 çekdarên DAIŞê li derdora gundê Til Xenzîr, 2 çekdar li derdora gundê Til Baz û çekdarek li Til Fîda ser bi bajarê Hesekê hatine kuştin”

Ev heye demek hewldanên DAIŞê ji bo dagîrkirina deverên cuda ji Rojavayê Kurdistanê berdewamin, bi taybet piştî şikestina wan li her yek ji Til Hemîs, Til Berak û Kobanê.

Rudaw
Top