• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pirsenameya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mihemed Behril Ulum

Pirsenameya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mihemed Behril Ulum
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya zanaya mezin Mihemed Behril Ulum gihîşt me. Xwedê jê razî xebatkarekî mezin û yek ji serkirdeyên tevgera nîştîmaniya Iraqê bû û dostekî bi kedkarê gelê Kurdistanê bû. Ji bo min bi taybetî ev koça dawî, min birayekî mezin ji dest da ku herdem piştevanê me bû. Em îro mirovekî mezin ji dest didîn ku valahiyeke diyar dixe li ser qada nîştîmanî.

Li vê kovana bi azar da, hevxemiya xwe pêşkêşî gelê Iraqê û li rêya birayê birêz Dr. Îbrahîm Behril Ulum, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jê razî dikin.

Xwedayê mezin, xwedê jê razî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh şad bike, sebir û aramiyê jî bi me hemûyan bibexşê.


Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07.04.2015


Top