• Tuesday, 17 February 2026
logo

‘Kurd gav bi gav nêzîkî serxwebûnê dibin’

‘Kurd gav bi gav nêzîkî serxwebûnê dibin’
Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman got armanca gelê kurd serxwebûne.

Beyan Samî Ebdurehman ji ajansa Sputnik a Rusyayê re got kurd heroj gav bi gav ber bi serxwebûne diçin lê niha kare wan ê sereke têkoşîna li hemberî rêxistina DAIŞê ye.

Beyan Samî Ebdurahman derbarê dema serxwebûnê de wiha got: “Serxwebûn niha ne ew qasî lez e. Di malê de agir heye. Divê di serî de ev agir be vemirandin.”

Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê bal kişand ser gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya gotibû referandumê pêk were û wiha domand: “Ew reerandum dê rojeke pêk bê û piraniyan kurda dê aliyê serxwbûnê de dengên xwe bide.”

Ebdulrehman xwest alîkariyên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê yeksêr bo Herêma Kurdistanê bên kirin û wiha pê de çû:

“Di Kongreya Amerîkayê de pêşnûmeyek a yekser alîkariyên leşkerî bigihîne Hewlêrê heye. Heger Amerîka pêşengiyê bike, dê Îtalya, Almanya, Fransa û hin dewletên din jî wê biyare bidin. Ev realiteyek e.”

Hêzên Pêşmerge herêman ku rêxistina DAIŞê Tebaxa 2014an dagirkirin, ji sedî 95 rizgarkirine.

Rudaw
Top