DAIŞ şevê din rêya Hewlêr – Dihokê dixwest
Berpirsê Operasyona Hêza 5 a Zêrevanî, Serbest Mentik ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din seat 01:00, çekdarên DAIŞê êrişekî berfireh kirin ser çeperên Pêşmerge li gundê Werdekê yê rojhilatê Mûsilê, lê Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî bi tundî bersiva wan dan.”
Serbest Mentik wiha derbarê ziyanên DAIŞê di wî şerî de wiha got: “Hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê 5 çekdarên wan ketine destê me de.”
Wî berpirsê hêza Zêrevanî derbarê awayê êrişê wiha domand: “DAIŞ 2 gereyder ligel xwe anîbûn bû girtina çal û xendeqên Pêşmerge, lê piştî şerekî 40 deqî balafir hatin navçeyê û dest bi lêdanê kirin, ku ew herdu gereyder û çekên din li şûna wan man û reviyan.”
Bi nêrîna Berpirsê Operasyona Hêza 5 a Zêrevanî, DAIŞ bi êrişa şevê din li eniya Xazirê dixwest xwe bigihîne rêya sereke ya di navbera Hewlêr – Dihokê de.
Rudaw
