Amerîk dê li hemberî Îranê piştgiriya dewletên Kendavê bike
Li gor daxuyaniyeke Koşka Spî, Obama ligel mîrên Îmarat, Behreyn û Kuwêtê ew rêkeftin gotûbêj kir û ji wan re got, Amerîka dê alîkarî û piştgiriya xwe ji bo welatên Kendavê berdewam bike ji bo ku rê li ber çalakî û zêdebûna desthilata Îranê li navçeyê bigire.
Koşka Spî diyar kir ku tiştê niha ligel Îranê hatiye îmzekirin ne tiştekî wiha girîng e, ya girîng jî ew e ku bigihine rêkeftineke dawî.
Obama herwiha ji serkirdeyên Kendavê xwest ku serdana Kampa Deyvîdê bikin ji bo ku rêkeftina ligel Îranê gotûbêj bikin.
Ji alîyeke din ve keyfxweşiya hemwelatiyên Îranê bi rêkeftina derbarê atomî de berdewam dike û şeva borî jî bi hezaran kes li Îranê daketin kolanan û bi ahengan dilxweşiya xwe li hember rêkeftinê anîn ziman.
Li paytexta Îranê Tehranê, bi hezaran xelk li kolanan civiyan û sloganên ku piştgiriya serokê Îranê Hesen Rûhanî û wezîrê derve Mihemed Cewad Zerîf dikin, bilind kirin.
Rûhanî jî duh di gotarekê de soz da ku ewê rêkeftina atomî cî bi cî bikin û ji welatên din jî xwest ku pêgirê rêkeftinê bin.
Piştî gotûbêj û hevdîtinên dûrdirêj, Îran û welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî û Almanya (koma 5+1) li bajarê Lozanê yê Swîsrayê li ser çawaniya çareserkirina kirîza etomî ya Tehranê lihev kiribûn
Di kizîra atomî ya Îranê de, welatên rojava ji Tehranê dixwazin meyandina uraniyomê bide sekinandin. Li hember vê yekê jî dorpêçên aborî dê li ser Îranê bê rakirin.
Rudaw
