• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan “Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî” pesend kir

Erdogan “Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî” pesend kir
Serokomarê Tirkiyê yasaya ku di nav xelkê de wek "Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî" tê zanîn, pesend kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan “Yasaya Selahiyet û Wezîfeyên Polêsan, Yasaya Raye û Peywiran, Teşkîlata Jendirmeyan û Guherîna di Biryarnameyên Hikmê Yasayê de û di hin Qanûnan de ku di raya giştî de wek Pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî tê zanîn, erê kir.

Navenda Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Erdogan ew “Paketa Ewlehiyê ya Navxweyî” pesend kir û ji bo Encûmena Wezîran hat şandin, ku ew jî desthilata cîbicîkar e.

Berî niha aliyên siyaîs yê Bakurê Kurdistanê, nerazîbûna xwe ji wê paketê anîbûn ziman, di çendîn helkeftên cûda jî hewmû aliyan ew paket bi temamî red kiribûn.

Rudaw
Top