• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye ofîsa konsulxaneya xwe li Silêmaniyê vedike

Tirkiye ofîsa konsulxaneya xwe li Silêmaniyê vedike
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu dê serdana Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî bike û ofîsa konsulxaneya welatê xwe li bajarê Silêmaniyê veke.

Nûnerê YNKê li Tirkiyeyê Behroz Gelale ji ragihandina partiya xwe re gotiye ku, Mevlût Çavuşoglu dê serdana Herêma Kurdistanê bike bo dîtina Mam Celal. Herwiha biryar e di wê serdanê de ofîsa konsulxaneya welatê xwe li bajarê Silêmaniyê veke.

Rojnameya Kurdistana Nû, ku rojnameya fermî ya YNKê ye, li ser wê serdanê dibêje, armanca wê bihêzkirina pêwendiyên di navbera Tirkiyeyê û YNKê û hêzên din li Silêmaniyê de.

Li gorî agahiyên Rûdawê, dibe ku Mevlût Çavuşoglu serdana Bexda û Hewlêrê jî bike.

Ev serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ya yekê dibe piştî wergirtina kursiyê xwe.

Rudaw
Top