• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêza partiyan di pisûlaya hilbijartinên Tirkiyê de eşkere bû

Rêza partiyan di pisûlaya hilbijartinên Tirkiyê de eşkere bû
Di pisûlaya dengdanê ya hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê de rêza partiyên siyasî yên tevlî hilbijartinan dibin, eşkere bû. Nêzîkî 56 milyon kes dikarin deng bidin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, bi avêtina pişkê cihê partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinên 7ê Hezîranê dibin di pisûlaya hilbijartinê de ragihand.

Li gorî wê rêzbendiyê, rêza partiyên Bakurî yên tevlî hilbijartinan dibin wiha ye:

Partiya Doza Azad (Huda-Par), ku partiyeke kurdî-îslamî ya Bakurê Kurdistanê ye, di rêza yekemîn de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di rêza 19emîn de û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî di rêza 6an de ye.

Her wiha AK Partî di rêza 23, CHP di rêza 22, MHP jî di rêza 18 de ne.

Di hilbijartinên 31 partî beşdar dibin ku sê jê partiyên kurdî ne.

Komîsyonê her wiha ragihand, 53 milyon û 765 hezar û 231 hilbijêr li nav Tirkiyê ne û 2 milyon û 867 hezar û 658 hilbijêr jî li derveyî welêt in.

Rudaw
Top