• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî, DAIŞê niha ketiye rewşa bergiriyê de

Mesrûr Barzanî, DAIŞê niha ketiye rewşa bergiriyê de
Di du hevdîtinên cuda de li gel her yek ji Cêgira Baliyozê Siwêd û Fermanderê Bîroya Serok Komarê Çik de, Mesrûr Barzanî tekez dike ser lawazbûna DAIŞê ku ew ketiye rewşa bergiriyê li deverên dagîrkirî de.

Îro 2 Nîsanê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di du hevdîtinan de ku yek li gel Cêgira Baliyozê Siwêd li Bexdayê û berpirsê Nivîsgeha Karûbarên Siwêd li Hewlêrê civiya û di ya din de jî li gel Fermanderê Bîroya Serok Komarê Çîk ê kombû.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê de li gel Cêgira Baliyozê Siwêd li Bexdayê “Jessica Safardstrom”, û berpirsê Bîroya Karûbarên Siwêd li Hewlêrê gotobêj li ser rewşa dawî ya siyasî û emniya Iraqê û herêmê bi giştî, û şerê li dijî DAIŞê kir û amaje bi wê kir ku DAIŞê niha lawaz bûye û ketiya warê bergiryê de, ku nema Kare ti deverên din dagîr bike.

Girêdayî vê mijarê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ku divê amadekarî bê kirin ji bo qonaxa piştî DAIŞê, ku divê xelkê wan deverên ku em dixwazin wan rizgarbikin beşdarî birêvebirin û parastina wan deveran bibin, herwiha ew jî tekez kir, ku sîstema niha li Iraqê birêve diçe nikare çareseriyê ji hemî aloziyên welat re bibîne û divê Iraq bi sîstemekî birêve biçe ku hemî pêkhatî hest bikin ku bi şêweyekî rastî beşdarî rêveberya welat dikin.

Di heman civînê de behsa rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê û aloziyên derbarê wê de derketibûn hat kirin, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku birîna qût û mûçeyê xelkê û girêdana wê bi siyasetê karekî ne rewaye û nabe di “Bicî anîna erkande em Iraqî bin û ji mafan bê pişk bin.”

Ji aliyê xwe ve “Jessica Safardstrom” tekez kir ku ew dê berdewambin di alîkariyên mirovî de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo penaberên li Herêma Kurdistanê û got jî :“Şerê li dijî DAIŞê ji bo me li Ewropa mijarekî serkeye”

Di civîneke din de ku ew jî îro bû, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li gel Berpirsê Fermangeha Bîroya Serok Komarê Çik ê, “Yan Folic” kombû , ku Qunsilê Komara Çîk li Hewlêrê jî di civînê de amadebû, “Yan Folic” kêfxweşiya xwe anî ziman bi serdana Herêma Kurdistanê û destxweşiya xwe derbarê pêşketin, Aramî û Ewleheya ku li Herêma Kurdistanê heye der birî.

Di vê civînê de gotobêja peywendiyên di navbera her du aliyan Komara Çîk û Herêma Kurdistanê hat kirin, ku serdana nemir Mistefa Barzanî ji bo Paytexta Komara Çîk Pirakê wek gava yekemîn bû di avakirina van peywendiyan de, hat tekez kirin ku divê ev peywendî berdewam pêşkevin di hemî waran de.

“Yan Folic” ragihand ku di demek nêzîk de welatê wî wê tîmek pizîşkî pispor bişîne Herêma Kurdistanê, da ku alîkarî û çareseriyê jibo birîndarên di şerê li dijî DAIŞê pêşkêşbikin.


Basnews
Top