• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran û koma 5+1 li ser kirîza etomî li hev kirin

Îran û koma 5+1 li ser kirîza etomî li hev kirin
Îran û welatên koma 5+1 li ser bernameya etomî ya Tehranê li hev kirin.

Piştî gotûbêj û hevdîtinên dûrdirêj, Îran û welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî û Almanya (koma 5+1) li bajarê Lozanê yê Swîsrayê li ser çawaniya çareserkirina kirîza etomî ya Tehranê li hev kirin…

Civîna her du aliyan duh danê êvarê bidawî hat. Piştî civînê Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Federica Mogherînî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf daxuyanî dan rojnamevanan.

Mogherînî û Zerîf ragihandin ku her du alî li ser xalên girîng li hev kirine û dest bi nivîsandina bendên rêkeftinê kirine.

Di kizîra etomî ya Îranê de, welatên rojava ji Tehranê dixwazin meyandina uraniyomê bide sekinandin li hember vê yekê dê dorpêçên aborî li ser Îranê bê rakirin.

Rudaw
Top