• Tuesday, 17 February 2026
logo

Cebhet El-Nusre Îmareteke Îslamî li Suriyê ava dike

Cebhet El-Nusre Îmareteke Îslamî li Suriyê ava dike
Grûpa terorîstiya Cebhet El-Nûsra piştî kontrolkirina bajarê Idlib a li bakûrê rojavayê Suriyê ragihand, ku dê şerîeta îslamî li navçeyên di bin kontrola xwe de cîbicî bike û dê li gor şerîta îslamê serederiyê digel xelkê bike.


Serkirdeyê Cebhet El-Nusre ya balê Rêxistina El-Qaîde, Ebû Mihemd El-Colanî di peyamekê de ragihand ku, çekdarên wan digel çend girûpên din ên Îslamî dest bi ser bajarê Idlib a li bakurê rojavayê Suriyê de girtine û di dema niha de ew şerîeta îslamî li wê bajarî diçespînin û bi awayekî baş serederiyê digel xelkê dikin.

Ebû Mihemed El-Colanî di peyamekê de ku, li ser tora Internetê hatiye belavkirin pîrozbahî li çekdarên Cebhet El-Nusre kir ku, dest girtine bi ser bajarê Idlibê de û soz da ku, ew dê bi awayekî baş serederiyê digel xelkê Idlibê bikin.

Pêştir jî grûpa terorîstiya Dewleta Îslamiya li Iraq û Şamê (DAIŞ) dest bi ser parêzgeha Reqa û navenda bajarê Reqa û gelek deverên dinên Suriyê de girtibû û îmareteke îslamî li deverên di jêr kontrola xwe de ragihandibû.
Top