Hikûmeta Kurdistanê xizmetguzariyên bingehîn gihandiye devera Zumar
Birêveberê nahiye ya Zumarê Muzahim Seidûn di bêjedanekê de ragihand, ku piraniya akinciyên nahiye ya Zumar piştî azad kirina deverê ji aliyê hêzên pêşmerge ve vegeriyane ser mal û warên xwe û xizmetguzariyên bingehîn weke av, kehreba û tendirûstî bo wan hatiye dabînkirin.
Seidûn herwiha ragihand, ku ji aliyê xizmetguzarî û paqij kirinê ve jî nahiye ya Zumar pêywîstiyeke zêde heye û bo evê mebestê jî wan daxwaz ji îdareya parêzgeha Duhokê kiriye ku di evê bareyê de alîkariya îsareya Zumarê bikin.
