• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rasterast çekan bidin Pêşmerge

Rasterast çekan bidin Pêşmerge
Li Kongreya Amerîkayê pirojeyasayek hatiye pêşkêşkirin, ku tê de daxwaz ji Koşka Spî dike, rasterast alîkariyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re re bişîne, bo şerê li dijî DAIŞê.

Ew piroje ji aliyê Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve Ed Royce û yek ji nûnerên Kalîfornyayê Elite Engly ve hatibû pêşniyarkirin, ku tê de daxwaz ji Koşka Spî dikin ku, Herêma Kurdistanê wek şirîkekî jihê baweriyê li cem Amerîka were naskirin.

Heta niha Washington red dike ku rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, ku eger şand bi rêya Bexdayê re dişîne, vê yekê jî berpirsên Kurdistanê dilgiran kiriye.

Li gorî wê pirojeyasayê, armanca wê yasayê, dana desthilatê ye bo peydakirina pêdviyên bergirî û perwerdekirina leşkerî ji Herêma Kurdistanê re, ku bi awayekî rasterast çek ji Herêma Kurdistanê re werin şandin.

Herwiha yek ji xalên wê pirojeyê, naskirina kurdan wek şerîkekî Amerîkayê.

Ed Royce wiha got: “Hêzên Pêşmerge, wek hêza bejayî li hember DAIŞê bi aza û mêrxasî şer dikin, lê pêwîstiya wan bi çeka û pêdviyên leşkerî heye. Divê tişta ku ji me were em ji şervanên kurd re bikin bo peydakirina çekan.”

Rudaw
Top