• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civata wezîran sersal û cejina Ekîto pîroz dike

Gulan Media March 31, 2015 Nûçe
Civata wezîran sersal û cejina Ekîto pîroz dike
Bi minasibeta hatina cejina sersala Aşûrî-Babilî û cejina Ekîto, civata wezîrên herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Aşûrî, Kildanî û Suryaniyên Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê dike.

Ev li jêr teksta peyama civata wezîrên herêma Kurdistanê:


Em ji dil hatina cejina sersala Aşûrî-Babilî û cejina Ekîto li xûşk û birayên xwe yên Aşûrî, Kildanî û Suryaniyên herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikin ku, ji sedema teror û kiryarên hovaneyên terorîstan bi sedhezaran malbatan bi neçarî mal û milkên xwe hêlane û li koçberiyê jiyana xwe berdewam dikin.

Em hêvîdarin ku, cejinên bên ji bo xûşk û birayên me yên mesîhî û timama pêkhateyên Kurdistan û Îraqê, di rewşke aramî û biîstîqrar de pîroz bikin û dawî bi teror û terorîstan bê.

Bi hêviya cejineke aram û şad ji bo hemû xûşk û birayên Aşûrî, Kildanî û Suriyaniyan û em hêvîdarîn cejina bê bi şadî û xweşî li ser mal û milkên xwe pîroz bikin.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
31.03.2015
Top