• Tuesday, 17 February 2026
logo

Roja koça komî ya gelê Kurd

Gulan Media March 31, 2015 Nûçe
Roja koça komî ya gelê Kurd
Duh roja koça bi komî ya gelê Kurd ber bi derveya welate.

Di roja 31ê Adara sala 1991an de jiber zextên rejîma dîktator ya beasê zêdetir ji 2 miliyon welatiyên Kurd bi awayekî girseyî welat bicîh hêştin û berê xwe dan welatên derdor yên cîran û ew yek jî bû sedema hejandina rojeva cîhanê.

Di meha Adara sala 1991an de weke salên derbasbûyî rejîma dîktator ya beasê bi tevahiya hêz û karînên xwe ve êrîşên xwe yên bo ser gelê Kurd domand û gelê Kurd jî jiber zext û hovîtiya rejîma dîktator ya Îraqê mezintirîn koça komî ya dîroka mirovatî tomar kir û bi vê rengî jî rojeva cîhanê hejand.
Top