• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nûnerê Papayê Vatîkanê hat Hewlêrê

Gulan Media March 31, 2015 Nûçe
Nûnerê Papayê Vatîkanê hat Hewlêrê
Nûnerê Papayê Vatîkanê kardînal Filonî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Kurdistanê Kemal Mislim ve hat pêşwazîkirin.

Duh danê êvarê nûnerê Papayê Vatîkanê kardînal Filonî gihîşt Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînê Kemal Mislim ve hat pêşwazîkirin.

Kardînal Filonî ku nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya û Vatîkanê jî pê re bû, li balafirxanê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand, ew ji bona ku rewşa penaberên mesîhî yên ji ber şerê DAIŞê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, hatiye Kurdistanê.

Nûnerê Papayê Vatîkanê pesnê Herêma Kurdistanê da û got, Herêma Kurdistanê gellekî alîkariya penaberan kiriye.

Wî rayedarê Vatîkanê da zanîn ku Papa soz daye were Kurdistanê lê heta niha wextê wê serdanê nehatiye destnîşankirin.

Rudaw
Top