• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêncwênî: Barzanî baştirîn kese ku erkên serokatiyê birêve bibe

Gulan Media March 31, 2015 Nûçe
Pêncwênî: Barzanî baştirîn kese ku erkên serokatiyê birêve bibe
Mihemed Emîn Pêncwênî dibêje ku, di vê qonaxa hestiyar de tenê Barzanî dikare erkê Serokê Herêma Kurdistanê bibaşî birêve bibe.

Siyasetmedarê kurd û kesayetiya nêzîk ji Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan, Mihemed Emîn Pêncwênî di hevpeyvînekê ligel hejmara 231 berwara 31.03.2015 ya heftenameya Bas de, nêrîna xwe li ser pirsa dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî nameya 10 xalî ya Ocalan derdibire.

Derbarê wê yekê ku niha Kurdistan di şerekî mezin de ye û di demek nêzîk de heyama serokatiya Barzanî bidawî tê, Pêncwênî dibêje: “Kak Mesûd Barzanî karên xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê cîbicîkiriye. Niha li Kurdistanê kesek bikaribe wê rolê bilîze û wan erkan birêve bibe, her Kak Mesûd bixwe ye.”

Navborî amaje bi hewlên dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî bi awayekî yasayî dike û dibêje: “Niha Partiya Demokrata Kurdistanê PDK ji bo wê pirsê kar dikin, bêguman bêyî ki arîşe derkevin û bi awayekî yasayî û serdemyane bighine encam. Encameke xêra welat têde be.”

Dibêje jî: “Beramber wê yekê em dizanin ku hinek siyasetmedar û mafnas dibêjin ku mafê Kak Mesûd Barzanî careke din bibe serokê herêm. Diyare ez ne mafnasim, lê ya ku ez dizanim Kak Mesûd dikare wî erkî bi başî birêve bibe, bi taybet di vê qonaxa aloz û tije arîşey li welatê me.”

Debra banga Ocalan ji bo girêdana kongreyê çekdanînê ji aliyê PKK ve, Pêncwênî dibêje: “Wek ez li babatê têgehiştime, heta ku desthilatdarên Tirkiyê pwan daxwaiyan cîbicî nekin, ku Abdulla Ocalan di çend xalan de destnîşan kiribûn û heta hikûmeta Tirkiyê pêngavên berçav neavêje, Partiya Karkerên Kurdistanê çek nadeynê.”

Bi gotina Pêncwênî: “Eger xwestekên PKK hatin bicîkirin û eger HDP bêhtir ji sedî 10ê dengan di hilbijartinên bê de wate ew berbestên ku deynane were birîn, wê demê karekî baş yê siyasetmedarên kurd li Tirkiyê tê xuyakirin û ji wê de wê PKK heta heta çek bêdeng bike, lê bêyî wê yekê çekdanîn ne hesan e û çekên PKK ne bitenê li Bakur in, ew li Rojhilat, Başûr û Rojava jî xwedan çekin.”

Basnews
Top