• Tuesday, 17 February 2026
logo

Newşîrwan Mistefa daxwazeke Qasim Silêmanî red dike

Gulan Media March 31, 2015 Nûçe
Newşîrwan Mistefa daxwazeke Qasim Silêmanî red dike
Silêmanî daxwaz ji Newşîrwan Mistefa kiriye ku navbênkariyê bike ji bo çareserkirina arîşeyên YNKê, lê navborî ew daxwaz red kiriye.

Di heyama borî de, Qasim Silêmanî serpereştiyar û rêveberê siyaset û berjewendiyên Îran li Iraq û Herêma Kurdistanê bû, çend hewlek da da ku arîşeyên navxweyî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nekevine haleta teqînê, ji bo vê mebestê jî çend caran daxwaz ji Rêxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa kiribû ku navbênakriyê bike, lê navborî ew daxwaza Silêmanî red kiriye.

Li gor zanyariyên BasNewsê, piştî 3 civînan ligel Polîtbîroya YNK, Qasim Silêmanî nikariye arîşeyên di nava wê partiyê de çareser bike, ji ber ku bi her awayî Berhem Salih û Kosret Resûl Elî nerazî bûn ku kes destêwerdana arîşeyan bike, cara dawiyê jî ew bû dema ku Qasim Silêmanî serdana Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî kiribû, lê di pêşwazîkirin û civîna Debaşan (Cihê mala Mam Celal) de, Berhem Salih û Koset Resûl beşdar nebûn, ji ber ku baskekî YNKê pê nebaşe ku aliyekî herêmî beşdar be di çareserkirina arîşeyên wê partiyê de, lê dibe ew bixwe arîşeyan çareser bikin.

Çend endamekî din jî pêşniyar kiribûn ku Barzanî navbênkariyê bike, ji bo çareserkirina arîşeyan, lê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibîne ku, pêwîste zemîneyek gunca hebe ji bo bihev gihandina her du baskên nakok, piştre destpêşxeriyeke wiha bixe rojevê.

Li go zanyariyan, nihau komîteyên nava YNK, ku ji bo çareseriya arîşeyan hatine pêkanîn, raporta xwe ji bo çae endamên polîtbîroyê bilind kirine, lê çavkaniyek ji nava YNK dibêje: “Ev derfeta dawî ye ji bo vê partiyê, eger negehine encamekê ji bo rewşa xirab ya YNK, dê rewşa Kurdistanê jî biteqe.”

Endamê Serkirdatiya YNK Mistefa Çawreş ji BasNewsê re ragihand ku, hemû komîtey tevî ya Pêşmerge jî, raportên xwe nivîsîne, her aliyekî ji navenda xwe raport ji polîtbîroyê re şandine, ku ji çar kesan pêk tê, ew jî dê pêşniyarên xwe gotûbêj bikin û biryarê li ser bidin.

Got jî: “Eger YNK bi vê rêyê negihe encamekê, dê rewşa YNK bi vî awayî berdewam be.”

Li gor çavkaniyeke din, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pê xweşe ku di çareserkirina arîşeyên YNK de beşdar be, ji ber ku di Polîtbîroya PDK de hatiye behskirin ku, ji dema têkçûna rewşa YNK, barê li ser milê PDK giran bûye, ji ber ku nizane çawa danûstanê ligel bike.

Çavreş jî dibêje: “Rewşa xirab ya YNK bandor li ser hemû Kurdistanê kiriye û hevsengiya siyasî li Kurdistanê têk diçe,ji ber ku rewşa Kurdistanê nediyare, şerê Yemen û DAIŞê navçe ber bi rojeveke nediyar ve dibe, lewma ev rewşa YNK barê li ser milê PDK jî giran kiriye, lewma divê rewşa YNK ji wiha zêdetir dirêj neke.”

Li gor zayariyên medyayî, Qasim Silêmanî çend caran daxwaz ji Newşîrwan Mistefa kiriye ku agehdarê rewşa navxweyî ya YNK be, lê navborî ew daxwaz red kiriye, ji ber ku ew dibîne ku arîşeyên YNKê ji wê yekê aloztirin ku bi civîneke wî werin çareserkirin.

Serkirdeya Goranê Kwêstan Mihemed ji BasNewsê re got: “Kak Newşîrwan zilamekî bi ezmûne di karê siyasî û gelek caran navbênkarî kiriye, li Bexda û Herêma Kurdistanê jî hewl daye, ligel wê yekê ku ew heval û biraderê hemû Polîtbîro û Serkirdatiya YNK ye, lewm YNK daxwaz kiriye ku navbênkariyê di nav wê partiyê de bike.”

Derbarê hewlên Qasim Silêmanî ji bo razîkirina Newşîrwan Mistefa de, Kwêstan Mihemed dibêje: “Kak Newşîrwan li ser asata herêmî û navdewletî navdar e, li ser asta Iraqê jî kesekî bibandor e, li ser asta navdewletî kî çendîn çavpêkeftin ligel hatine encamdan, lewma hewlên herêmî di wê nêrînê de bûn ku ew dikare arîşetan çareser bike.”

Li gor zanyariyan jî, hewlên Îranê ji bo wê yekê ne ku PDK li pêş wê neyê ser xetê û arîşeyên YNK çareser neke, bi taybetî hewlên baskekî YNK ku dixwazin ew pirs bi awayekî navxweyî çareser bibe, di demekê de ku baskê destdirêj ê YNK hewl dide ku ber her awayekî arîşe çareser bibin.

Basnews
Top