Kantona Cizîrê projeya xwe pêşkêşî Moskow-2 dike
Serokê Desteya Çavdêriya Bazirganiyê ya kantona Cizîrê, Fener Gihêt di hevpeyvînekê ligel ajansa ANHAyê de eşkere kir ku 3 kes ji kantona Cizîrê wê tevlî civîna li Moskowyê bibin.
Wezareta Derva ya Rûsyayê roja, 25ê Adarê, ragihandibû ku dê civînên Moskow-2 ji roja 6 heta 9ê Nîsanê di navbera rejîm û dijberya Sûriyê de birêve biçe.
Fener Gihêt diyar kir ku ji kantona wan wê ew û her yek ji Emîne Osê û Senharîb Bersûm di her sê rojên bê de biçin Moskow ji bo ku tevlî civînan bibin.
Gihêt wiha got: “Armanca me ji çûna Moskowyê ew e ku dawî pêşdeçûnên derbarê projeya ku rêveberiya me ya xweser pêşkêş kiriye ji bo çaresrkirina krîza Sûryê de, bişopînin.”
Fener Gihêt wiha domand: “Emê derbarê rewşa Sûriyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û astengiyên li ber çareseriya siyasî li Sûriyê de jî gotûbêjan bikin.”
Serokê Desteya Çavdêriya Bazirganiyê ya Kantona Cizîrê bal kişand ku, ew dixwzin birêvebirina Sûriyê di paşrojê de ne li ser bingiha dewleteke navendî be, lê wî di heman demê de tekez li ser yekîtiya axa Sûriyê jî kir.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê û Şepêla Avakirina Dewleta Sûriyê beriya çend rojan ragihandin ku ewê beşdarî civînên Moskowyê bibin.
Di civînên Moskow-1ê de, Şepêla Avakirina Dewleta Sûriyê, ku Lûey Hisên serokatiya wê dike, beşdarî nekiribû, lê Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê beşdar bibû.
Desteya Hevahengiya Niştimanî jî, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêkhateyeke wê ya serekî ye, ragihand ku dê rêxerê wê bi hevlatiya 2 endaman beşdarî civînan bibin.
Ji aliyê xwe ve, Îtîlafa Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê, ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) endama wê ye, roja 20ê Adarê û di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ew hewlên Rûsyayê ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bilind dinirxîne, lê ew beşdarî civînên Moskow-2 nabe.
Di civîna Moskow-1 de, aliyên beşdar negehiştine tu rêkeftinekê, ji bilî îmzekirina kaxezekê ji bo li darxistina gereke duyem ji danûstandinan.
Rudaw
