Nûnerê HDPê naveroka peyama Ocalan bo Barzanî aşkira kir
Abid Îke, Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de ji malpera fermiya Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP.info) re ragihandiye: ´´Şevê din, şandeke partiya HDPê bi serokatiya Parlamenterên HDPê Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder gihîştin bajarê Hewlêrê û biryar e ku hefteyekê li vir bimînin.´´
Îke herwiha gotiye: ´´Ew şand, dê peyama Ocalan bighîne Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku tê pêşbînîkirin ku çend xalên girîng tê de be, ji wan jî yekdengiya kurdan li herçar parçên Kurdistanê û girîngiya Kongirê Neteweyî û rûbirûbûna terorê li navçeyê, herwiha behsa pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê dike.´´
Ewî nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê herwisa ragihandiye: ´´Şanda HDPê dê ligel Sekreterê YNKê Celal Talebanî û partiyên siyasî ên Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî bicive.´´
Abid Îke tekez kiriye: ´´Peyama Ocelan bo Serok Barzanî tiştekî girîng û nû ye. Cuda ye ji ji peyama wî yak u li Amedê hat xwendin. Sedema wê peyamê jî ji ber wê yekê ye ku Barzanî kesayetiyeke bi bandore li navçeyê.´´
