Endamên encûmenên şaredariyên K. Cizîrê sûnd xwarin
Endamên encûmenên şaredariyan ên kantona Cizîrê ku di hilbijartinên 13’ê Adarê 2015`an de hatibûn hilbijartinê, Roja 30/3/2015 li navenda Meclîsa Qanûnsaz bi zimanê kurdî, erebî û suryanî sûnd xwarin.
Desteya Rêvebiryên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê ji bo 306 endamên encûmenên şaredariyan ên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Ebu Raseyn, Serêkaniyê û Hesekê yên ku nû hatine hilbijartin civînek lidar xist û têde endamên encûmenan bi zimanê kurdî, erebî û suryanî sûnd xwarin.
Di civîna ku li navenda Meclîsa Qanûnsaz ya li bajarê Amûdê pêk hat de, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Hekem Xelo, Cigîra Serokê Meclîsa Rêveber Elîzabet Gemwriye û Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Cuzêv Lehdo amade bûn.
Jêder: ANHA
Xendan
