• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî: Xebata gelê Kurd didome

Gulan Media March 30, 2015 Nûçe
Serok Barzanî: Xebata gelê Kurd didome

Serokê Kurdistanê bi minasebeta salvegera darde kirina pêşewa Qazî Muhemed de peyamek pêşkêş kir.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera darde kirina pêşewa Qazî Muhemed peyamek belav kir û ragehand ku pêşewa hate dardekirin lê xebat û îradeya gelê vî bo azadîxwazî bihêztir bû. Ne dardekirin û ne qir kirin, enfal, kîmiyabaran û teror nikarîn îradeya gelê Kurd bişkînin.

Serok Barzanî herwiha eşkere kiriye ku di salvegera darde kirina pêşewa de hezaran silav li rihê pêşewa û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê be û rêbaza wan ya pîroz her didome.
Top