PKKê şaredarî li ser Çiyayê Şingalê ava kiriye
Roja 14yê Çileya îsal, li ser Çiyayê Şingalê Encumena Kurdên Êzîdî yên Şingalê bi amadebûna çend berpirsekî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat avakirin, lê her zû ew encumen ji aliyê serokatiyên Hikûmet û Parlamento û Herêma Kurdistanê ve, hat redkirin.
Di yekem pêngava xwe de, wê encumenê dest bi vekirina çend dibistanan bo zarokên ku heta niha li ser Çiyayê Şingalê mane.
Serokê Encumena Kurdên Êzîdî yên Şingalê, Seîd Husên ji Rûdawê re ragihand: “Wek girîngtirîn kar me dest bi vekirina dibistanan kir û me 6 dibistan heta niha vekirine û 800 xwendevên di wan de dest bi xwendinê kirine.”
Ew dibistên navê şehîdên Yekîneyên Parastina Şingalê li wan hatine kirin, ku hêzek e ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin.
Seîd Husên wiha got: “27 mamosteyên xwebexş rojane waneyan didin, herwiha pêdiviyên xwendevanan wek qelem û defter ji aliyê Kantona Cizêrê ve ji wan re hatine peydakirin.”
Husên behsa projeyên xwe yên bê kir wiha domand: “Vekirina dibistana pêngava yekem bû, niha jî me şaredarî avakiriye. Hefare ango xeraze ji me re ji Rojava tên, emê dest bi kolandina bîrên avê jî bikin.”
Serokê Encumena Kurdên Êzîdî yên Şingalê rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fermangehên wê kir û wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê ne tenê alîkariya me nake, lê belê rê jî li pêşiya me digire. Gerek alîkariya me kiriba.”
Herwiha Seîd Husên da zanîn ku, “50 çadir ji aliyê rêxistineke fransî ji bo xelkê Şingalê hatin şandin, lê dema ku gihîştin Sihêla, asayişa Kurdistanê rê li pêşiya wan girtin, ji ber ku li ser navê me hatibûn. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî PDKê, guh bide daxwazên xelkê û rêz li wan bigire.”
Husên agahiyên nû derbarê avakirina kantona Şingalê esker kir û wiha got: “Avakirina Kantona Şingalê nêzîk e. Em li hêviya vegera xelkê Şingalê ne, ji ber ku niha tenê % 5ê xelkê Şingalê li deverê ne.”
Seîd Husên wiha domand: Rewşa Şingalê venagera mîna berê. “Berê tenê desthilata Şingalê di destê PDKê de bû. Dema berê çû. Nêrîna gelê êzîdî hatiye guhertin. Ew dizanin ku kî ji wan re xizmetê dike û kî bi kêrî wan tê.”
Ji destpêkê de heta niha, hemû alîkariyên darayî yên wê encumenê ji aliyê Kantona Cizîrê ve hatine peydakirin. Husên wiha got: “Ji roja yekê ve, pêdiviya xelkê bi xwarin û çadiran hebû. Kantona Cizîrê heta niha bi qasî 500 hezar dolar alîkariya xelkê Şingalê kiriye.”
Ji aliyê xwe ve, Qeymeqamê Şingalê Meyser Hecî, bi hemû awayekî wan dibistanan red dike û dibêje: “Em bi ti awayekî wan dibistanan nas nakin.”
Meyser Hecî ji Rûdawê re ragihand: “Kesên ku ligel wê encumenê ne, hejmara wan kêm in û karê wan nefermî ne û ew karê wan nas nakin.”
Rudaw
