• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge xwekujekî DAIŞê wek şehîd tomar kiriye

Gulan Media March 30, 2015 Nûçe
Wezareta Pêşmerge xwekujekî DAIŞê wek şehîd tomar kiriye
Parlamanterekî Kurdistanê dibêje, Wezareta Pêşmerge navê kesekî ji wan re şandiye ku wek şehîd were naskirin û alîkariya malbata wî bê kirin, lê ew kes xwekujekî DAIŞê derket û xwe di nava Hêzên Pêşmerge de teqandibû.

Piştî ku çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Herêma Kurdistanê û çendîn Pêşmerge şehîd bûn, Parlamentoya Kurdistanê biryar da ku bi qasî 2 milyon dînar alîkariya malbatên wan şehîdan bike.

Alîkarê Serokê Komîteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Dilêr Mawetî, derbarê navê şehîdên Pêşmerge dibêje: “Çîrokên pir xerîb li cem me hene, hemû jî bi belgeh in.”

Dilêr Mawetî wiha got: “Wezareta Pêşmerge navê şehîdên Pêşmerge ji me re şand, da ku em wan 2 milyonan bidin malbatên wan, lê me dît ku navê çekdarekî DAIŞê bi navê Huzeyfe jî tê de ye, ku li nahyeya Rebîeyê xwe di nava Hêzên Pêşmerge de teqandibû û çend pêşmergeyek ji wan şehîd kiribû.”

Cîrokên din jî behs dike û dibêje: Wezareta Pêşmerge nav ji me re şandine ku ti adrêsda malbatên wan nînin û ji xwe ti hebûnek ji wan navan re nîne. Hinek nav yên birîndaran e, lê bi navê şehîd ji me re hatine. Herwiha hinek ji mer re şandine ku ne şehîd û ne jî birîndar jî bûne.”

Mawetî wiha doamnd: “Wezareta Pêşmerge navin şandine ku, ereb bûn û di nava Artêşa Iraqê de hatine kuştin. Yek ji wan niha malbata wî li Bexdayê ye. Heta niha 3 navên wiha ji me re hatine.”

Rudaw
Top