• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ocalan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media March 30, 2015 Nûçe
Ocalan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
Abdulla Ocalan spasiya rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşvebirina proseya aştiyê de dike, hikûmet jî amadeyiya xwe ji bo her alîkariyekê anî ziman.

Serê sibeha îro, 30ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li her du parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana û Sirri Sureya Onder û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlofer Koç kir.

Di hevdîtinekê de, Zana û Onder kurteyek li ser serdana xwe bo rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan li dûrgeha Imraliyê kirin û slavên navborî gihandine Nêçîrvan Barzanî û gotin: “Ocalan bi temamî agehdarî hemû hewl û westana Nêçîrvan Barzanî ye, ji bo piştgirî û alîkariya proseya aştî û çareseriyê û rêz û spasiya xwe ji bo wê rola Nêçîrvan Barzanî dupat kiriye.”

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêşhatên dawî yên proseya aştî û çareseriyê kirin, herwiha tekez li ser pêbendiya bi proseya navborî kirin, hêvî jî xwestin ku pêngavên ber bi aştî û çareseriyê ve ji hemû aliyekî berdewam bin û rê neyê dayîn û arîşeyên biçûk bandorê li proseyê bikin.

ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser hemû piştgirî û alîkariyekê ji bo proseya aştî û çareseriyê kir û got: “Wek çawa ji destpêkê ve herdem me piştgirî û alîkariya proseya aştî û çareseriyê kiriye, bi heman awayî em dê bdewam bin û ji bo vê yekê her erkek bikeve ser milê me, emê cîbicî bikin.”

Girêdana Kongreyê Neteweyî yê Kurd, girîngiya yekrêziya kurd, şerê li dijî terorê beşekî din ji behsên hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ligel Leyla Zana û Sirri Sureya Onder bûn.

Herwiha Barzanî spasiya hemû hêz û aliyan kir, ên ku rûbirûyê terorê bûne.

Rudaw
Top