• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heşdul Şeibî: 10 hezar kurd di nava refên me de ne

Gulan Media March 30, 2015 Nûçe
Heşdul Şeibî: 10 hezar kurd di nava refên me de ne
Berdevkê hêza Heşdul Şeibî ya milîsên şîe ragihand ku, derdora 10 hezar kurd di nava refên wan de ne.

Berpirsên Heşidul Şeibî û Tabûra Zêrîn a Artêşa Iraqê di gotûbêjan de ne ji bo ku beşek ji hêzên Heşidul Şeibî têkevin bin desthilata Tabûra Zêrîn.

Heftenameya Rûdawê di hejmara îro de belavkiriye ku Fermandarê Tabûra Zêrîn a Iraqê Fazil Berwarî, ku bi xwe kurd e ragihandiye ku çend fermandarên Heşidul Şeibî dixwazin tevlî tabûra wî bibin, lê heta niha em negihîştine encama dawî.

Berdevkê Heşdul Şeibî Nûrî Kerîm jî ji Rûdawê re behsa kurdên nava Heşidul Şeibî dike û dibêje: “Di piraniya lîwa û yekîneyên me de kurd hene, ez hejmara wan ya rast nizanim, lê bêtirî 10 hezar kesan hene.”

Nûrî wiha got: “Kurdên di nava Heşidul Şeibî de ji bajarên Bexda, Emare, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Tikrîtê ne.”

Berdevkê Heşidul Şeibî wiha domand: “Niha hejmara çekdarên me gihîştiye 120 hezar kesî.”

Rudaw
Top